Mafê Kurdên li Sûriyeyê ji Davûtoglû tê pirsîn!

Mafê Kurdên li Sûriyeyê ji Davûtoglû tê pirsîn!

Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû got, di pêşerojê de naskirina mafê Kurdan ya di Meclîsa Sûriyeyê de dê xetên sor yên Tirkiyeyê nebin. Gotina Davûtoglû ya “Mafê Kurdên li Sûriyeyê em dê biparêzin” gelek balkêş bû. Davûtoglû di nava axaftinên xwe de hertim xwe derewîn derdixist û gotinên gef di nav de bikar dianî.

Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû ji ber sedema gel li Rojavayê Kurdistanê destdanî ser rêveberiyê û rêxistinên Kurdan yeketiya xwe çêkir, ji bo diltengiya xwe ya derbarê vê mijarê de ragehîne xwe amade dike ku biçe Hewlêr bi Serokê Herêma Federal ya Kurdistanê Mesût Barzanî re hevdîtinê pêkbîne. Davûtoglû derbarê vê de daxuyaniyek da rojnamevana.

Piştî Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan, Rojavayê Kurdistanê bi dagirtinê tehdît kir, her wiha aşkera kiribû ku, ew dê Davûtoglû bişîne Hewlêrê.

XWE DEREWÎN DERXIST

Davûtoglû diyarkir ku, li Sûriyeyê parlementoyekî ku bi hilbijartinek demokratîk bê diyarkirin û di derbarê naskirina mafê Kurdan de dê xetên sor yên Tirkiyeyê tunebin.

Davûtoglû ku behsa xetên sor yên Tirkiyeyê nekir, lê belê li Rojavayê Kurdistanê destdanîna gel ya li ser rêveberiyê weke ‘pêkhateyek terorê’ binavkirin, diltengiya xwe ya li hember destkeftiyên Kurdan nekarî veşêre.

Davûtoglû dubare kir ku ew dê destûr nedin tiştek wisan, her wiha îdîakir ku, ger pêkhateyek wisan çêbibe “mafê wan yê xweparastina rewşa ava dibe.”

Davûtoglû îdîakir ku, “Ji dervey vê polîtîkayekî me ya li dijî birayên me yên Kurd yên zînhar nabe.” Davûtoglû got; “Birayên me yên Kurd tehdît nînin. Ti tedbîrên me li beramberî birayên me yên Kurd û Nûsayriyan nînin. Mafê wan jî em dê biparêzin.”

Davûtoglû ku li aliyekê mafê Kurdan yê rewa û destketiyên wê weke “pêkhateya terorê” binav dike, “bi mantiqekî mêtînger” ku heta dikare diyar bike Kurd dê xwediyê kîjan mafan bin, bi vî awayî xwe bi xwe derewîn derdixe. Davûtoglû parast ku, pêkhatina otorîteyên fakto yên dê ji kaosa Sûriyeyê derbikevin, dê gefan li bi hev re bûn û yeketiya Sûriyeyê bike.

GEFA TAŞERONTIYÊ

Davûtoglû aşkera kir ku, “ger li cihekê Kurd, Nûsayrî, Durzî û Xirîstiyan pêkhateyek fakto durist bikin, ev dê Sûriyeyê weke Lubnanê lê bike em dê destûr nedin tiştek wisan. Ji bo yekparebûna Sûriyeyê em dê hewildana bikin. Ne bipêkhateyên emrîwakî, di parlementoyekî bi hilbijartinek demokratîk hatî wê çi maf bide wê demê dê çarenûsa xwe diyar bikin. Em na bêjin ‘ew xeta me ya sore’.”

Davûtoglû behsa pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistnaê kir û bisûcdarkirina “hebûna PKK-PYD oportûnîzmekî vekiriye” û wiha gef xwarin, “bi muxalefeta Sûriyeyê re rageşî jiyan kirin dê encamên baş dernexe.”

Davûtoglû îdîakir ku, entegrasyona Kurdên li Tirkiyeyê bi dewletê re çêkirî, hestên aydiyetê û têkelbûna civakê ya nav hev bi ya Sûriyeyê re nayê muqayesekirin. Davûtoglû got; “Tirkiye dê meseleya xwe ya Kurdan çareser bike. Kesên ku dibêjin, pêşveçûnên li Sûriyeyê dê bandorê li qedera Tirkiyeyê bike, ew kesin yên ku baweriyê bi Tirkiyeyê naynin. Tirkiye di wê astê de bandor nabe.”