‘Lijneya Bilind ya Tekoşîna li Dijî Terorê’ civiya

‘Lijneya Bilind ya Tekoşîna li Dijî Terorê’ civiya

“Lijneya Bilind ya Tekoşîna li Dijî Terorê” dibin serokatiya Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay li Avahiya Nû ya Serokwezîrtiyê civiya.

“Lijneya Bilind ya Tekoşîna li Dijî Terorê” dibin serokatiya Beşîr Atalay de kombû. Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Parastina Netewî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn, Wezîrê Aboriyê Mehmet Şîmşek, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Bekir Kalyoncu, Duwemîn Serokê Fermandarê Giştî Orgeneral Hulusî Akar, Sekreterê Giştî yê MGK’ê Mûammer Turker, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan, Musteşarê Serokwezîrtiyê Efkan Ala, Alîkarê Wezîrê Karên Derve Nacî Korû, Cîgirê Musteşartiya Ewlekarî û Sererastkirina Gelemperî Kudret Bulbul, Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Kiliçlar û bîrokratên ku tê gotin di tekoşîna li dijî PKK’ê “pisporin” jî tevlî lijneyê bûn.

Çav lê ye ku di lijneyê de tekoşîna li dijî PKK’ê, pevçûnên li Şemzînan û rewşa Sûriyeyê nîqaş bikin.