Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê li hemberî hemû xeterî û gefên li hemberî ewlehî û hebûna gelê Kurd bi rêxistin dike. Di vê çarçoveyê de li semta Zorava ya Şamê ku piraniya şêniya wê Kurd e Komîteya Parastina Gel hat avakirin.
Di van demên dawiyê de gelek bûyerên aloz li Rojavayê Kurdistanê û deverên Sûriye yên ku Kurd lê dijîn diqewimîn. Gelê Kurd jî li Rovajayê Kurdistan û Sûriyeyê li hemberî van gef û xeteriyên li hemberî hebûna Kurdan dest bi hewldanan kir. Di vê çarçoveyê de li semta Zorava ya paytexta Sûriye Şamê ku piraniya şêniya wê Kurd e Komîteya Parastina Gel hat avakirin.