Li Zanîngeha Bochumê panela li ser Konfederalîzma Demokratîk
Li Zanîngeh Bochumê li ser mijarên Konfederalîzma Demokratîk û rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rojhilat anavîn panelek hate kirin.
Li Zanîngeh Bochumê li ser mijarên Konfederalîzma Demokratîk û rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rojhilat anavîn panelek hate kirin.
Di çarçoveya "Hefteya zanistiyên rexnegirî" de ku her sal li Zanîngeha Bochum Ruhr a Elmanyayê tê kirin, projeya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nasandin. Panela ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve hate organîzekirin bala xwendekarên Zanîngeha Ruhr kişand. Di panelê de qala jiyana Ocalan, dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Konfederalîzma Demokratîk hate kirin.
NÊRÎNÊN OCALAN BÛN HÊVIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN
Di panelê de hate destnîşanirin ku di şexsê Federasyona Bakurê Sûriyeyê de nêrînên Ocalan bûne hêviya gelên Rojhilata navîn û hate gotin, paradîgmaya Ocalan rizgariya ji modernîteya kapîtalîst e. Di panelê de gotinên Şaristaniya Demokratîk, Modernîteya Demokratîk, Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk hatin nirxandin.
Di panelê de işaret bi tirsa dewleta Elman a ji nêrînên Ocalan hate kirin ku ji ber vê yekê posterên wî qedexe dike û nahêle panel li ser wî bên kirin. Herî dawî li Zanîngeha Leibniz a Hannoverê panela YXK'ê ya bi navê "Ocalan kî ye?" bûbû hedefa polîsan. Piştî êrîşê panel hatibû qedexekirin.