Li Xezeyê kameramanê El Cezîrê hate kuştin, nûçegihan birîndar bû

Di encama êrîşeke balafirên bêmirov ên Îsraîlê de ya roja Înê kameramanê El Cezîrê Samer Ebû Deqqa jiyana xwe ji dest da û nûçegihanê El Cezîrê û berpirsê buroya Xezeyê Wael Dahdouh jî birîndar bû.

Di êrîşa balafirên bêmirov ên Îsraîlê ya li hemberî Han Yûnûs a li Xezeyê de kameramanekî El Cezîrê jiyana xwe ji dest da û nûçegihanê El Cezîrê û berpirsyarê Buroya Xezeyê Wael Dahdûh birîndar bû.

Kameran Samer Ebû Deqqa roja Înê li gel Dahdouh bû û ji bo şopandina rewşa şer li dibistana Farhana ya Han Yûnûsê ku Filîstînî lê hebûn digeriyan.

Li gorî El Cezîrê, piştî nûçegihanên wan digihêjin Han Yûnûsê rastî êrîşa balafirê bêmirov tên. Di dema êrîşê de Dahdouh karî xwe ji cihê bûyerê dûr bixe. Lê Abû Daqqa nekarî ji wir derkeve û xwe bi kaşkirinê gihandiye cihek ewle.

Ambûlansan hewl dan xwe bigihînin herêmê, lê ji ber xirbeyan rê li çûn û hatinê hatibû girtin û ji ber bombebaranê erkdarên tenduristiyê nekarî xwe bigihîne herêmê. Toreyê ragihand ku sê xebatkarên parastina sivîl ên di nava 5 saetan de hewl dan xwe bigihînin, jiyana xwe ji dest dane.

Ebû Deqqa yê 45 salî bavê 4 zarokan bû û li bajarê Han Yûnûs ê ji dayik bûbû.

El-Cezîre got, “Îsraîl li dijî rojnamevanên El Cezîrê û malbatên wan bi awayekî sistematik hedef digire û wan dikuje” û bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji Îsraîlê bipirse.

Li gorî Rojnamevanên Sînornenas, li Xezeyê şer derbeyek giran li rojnamevanan xistiye. Ji vana 13 kes li kargehê hatin kuştin, yên din jî li malên xwe an jî dema diçûn ser karên xwe, hatin kuştin.

Ebû Deqqa yekemîn rojnamevanê Cezîrê bû ku di şer de mir. Dahdouh di meha Cotmehê de 2 zarok, hevjîn û nêzî 14 xizmên xwe di şer de winda kiribû.