Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Newroz hat pîrozkirin.
ANF
VİYANA
yekşem, 27 adarê 2016, 15:04
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi tevlîbûna gelek kesî ve Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahiyên Newrozê bi deqeyek rezgirtinê ve destpê kir.
Di şahiyê de Silbûs û Tarî, Kewê, Farqîn, Hasan Ali, Çetîn Zîlan, Koma Hêvîdar, Heval Haco û Koma Arîn cihê xwe girtin. Koma folklorê ya Sara û Koraya wan jî di şahiya Newrozê de lîstokek pêşkeş kirin.
Di şahiya Newrozê de daxuyaniya Hevserokê Konseya Reveberiya KCK’ê Cemîl Bayik hat nîşandan. Di daxuyaniyê de Bayik, Newroza hemû gelên Kurdistanê pîroz kir.