Li Viyanayê li dijî qetlîamên AKP’ê çalakiya kon a hefteyekê
Li paytexa Viyana ya Awûstûryayê, li dijî qetlamên AKP’ê çalakiya kon a hefteyekê hat destpêkirin.
Li paytexa Viyana ya Awûstûryayê, li dijî qetlamên AKP’ê çalakiya kon a hefteyekê hat destpêkirin.
Kurdên li paytexta Awûtûrya Viyanayê dijîn, ji bo protestokirina bêdengiya Ewropayê û lenetkirina êrîşên qirkirinê yên hikûmeta AKP’ê , li pêşiya avahiya Parlementa Viyanayê çalakiya kon dan destpêkirin.
Çalakiyê danê sibehê destpê kir. Li kon wêneyên qetlîamên li Cizîr, Silopiya, Sûr û tevahî Kurdistanê hatin daliqandin.
Li ser komkujiyên tên kirin, wê tevahiya hefteyê broşur bên belavkirin.
ROJÊN ÇALAKIYAN Û SAETÊN WÊ
Rojên çalakiyê wiha ne:
22-27 SIBATÊ
ROJA 1.
Saet: 11:00 – 17:45
ROJA 2.
Saet: 11:00 – 22:00
Cih: Pêşiya Parlamentê (Viyana)
ROJÊN 3. Û 4.
Cih: Ballhaûsplatz
SaEt: 11:00 – 22:00
ROJÊN 5. Û 6.
Cih: Pêşiya Parlamentê
Saet: 11:00 – 22:00