Li TUPRAŞ'ê teqîn

Li navçeya Îzmîtê li navendeke TUPRAŞ'ê teqînekê rû da.

TEQÎNA LI TUPRAŞÊ

Li navçeya Îzmît a Kocaeliyê, li navendeke Parzûngehên Petrolê yên Tirkiyeyê (TUPRAŞ) teqînekê rû da.

Dû bi ser navenda parzûngehê ket û arkuj û gelek ambûlansan berê xwe dan herêmê.

Nehate eşkerekirin ku teqîn li kîjan beşa navenda parzûngehê qewimî ye. Rayedarên dewleta Tirk îdîa kirin ku teqîn ji ber tetbîqatê hatiye kirin.