Rêxistina BDP'a Seyhana Edeneyê bi tevlîbûna bi sedan kesî tundiya polîsan a li Amedê pêk anîne şermezar kir. Ciwanên Silopiyê jî bi çalakiyan mudaxeleya polîsan şermezar kir.
Rêxistina BDP'a Seyhanê tundiya polîsan a 14'yê Tîrmehê li Amedê li hemberî gel meşandiye bi meşekê şermezar kir. Bi sedan ciwanên ku li ser cadeya Ovaya Seyhanê lihev civiyan heta nûneriya BDP'a Ovayê meşiyan. Serokê BDP'a Seyhanê Murat Turgay, rêvebirên bajêr û navçeyan û endamên însiyatîfa dayîkên aştiyê jî di nav de bi sedan welatiyên tevlî meşê bûn ji aliyê welatiyên derûdor ve jî rastî eleqeyek mezin hatin.
Di meşa ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîlayên HPG’ê yên di pevçûnan de jiyana xwe jidest dane hatin bilindkirin de bê navber dirûşmeyên wekî; "Bijî Serok Apo", "Ocalan Ocalan", "Tolhildan, tolhildan", "Şehîd namirin", "Qatil Erdogan" û "Gelê Amedê ne tenê ye" hatin berzkirin. Piştî meşê rêvebirê BDP'a Edeneyê Hazim Yalçin daxuyanîd a û got; "AKP ku di şer de israr dike êrîşên bi armanca tunekirinê berdewam dike. Dewletê li Amedê li dijî parlementer, hilbijêr, jin, zarok û ciwanan êrîşeke hovane pêk anî. Emê li hemberî êrîşên li dijî vîn û rûmeta me pêk tên liber xwe bidin. Emê tu caran serî li hemberî faşîzmê netewînin û xwedî li vîna xwe derkevin. Lewma em yekemîn salvegera xweseriya demokrastîk silav dikin."
POLÎSAN ÊRÎŞÎ GIRSEYÊ KIR
Gelek ciwanên ku li taxên Hurriyet, Daglioglu û Anadoluyê lihev civiyan jî mudaxeleya polîsan ya Amedê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Ciwanên ku rê ji hatin û çûnê re girtin bê navber dirûşmeyên dilsoziya xwe bi Ocalan re vedibêjin qêriyan. Li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mûdaxaleyî ciwanan kirin. Ciwanan jî xwe bi kevir, molotof û fîşekên hewayî parastin. Bûyerên li ser mûdaxaleyên polîsan destpêkirine heta derengî şevê berdewam kir.
CIWAN LI SILOPIYÊ DI ÇALAKIYAN DE BÛN
Tundiya polîsan ya 14'yê Tîrmehê li Amedê li navçeya Silopiya Şirnexê jî hat şermezarkirin. Gelek ciwanên ku li taxa Harunboy lihev civiyan bend danîn ser rê û agir vêxistin. Ciwanan li dora agir dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Ciwan cangoriyên Apo ne" û "AKP şaş neke sebra me derbas neke" berz kirin û alên PKK'ê bilind kirin. Bi destpêkirina meşa ciwanan re hejmara ciwanan derket sedan kesî. Ciwanên ku heta demekê meşiyan piştî çalakiyê belav bûn.
Hat hînbûn ku di dema wesayîtan polîsan ji taxa Barbarosê derbaz dibû de bombeya deng hat teqandin. Piştî teqîna bombeyê gelek polîs sewqî cihê bûyerê kirin.