Li Şemzînanê wesayîtek hate şewitandin

Li Şemzînanê wesayîtek hate şewitandin

Li herêma Mekende ya dikeve navbera gundên Bêdeve û Bêzelê ser bi navçeya Şemzînana Colemêrgê wesayîtek hate şewitandin.

Li herêma Mekende ya dikeve navbera gundên Bêdeve û Bêzelê ser bi navçeya Şemzînana Colemêrgê ve wesayîtekî ku hate diyarkirin di şantiyeya çêkirina rêya leşkerî de kar dikir di demjimêrên şevê de hatiye şewitandin. Agahî ji ajovanê wesayîta hatî şewitandin nîne, her wiha hate ragihandin ku piştî bûyerê li herêmê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.