Li Şamê 50 ciwanên Kurd hatin binçavkirin

Li Şamê 50 ciwanên Kurd hatin binçavkirin

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariya rejîma Sûriyeyê roja pênçşemê li paytexta Sûriye Şamê sere sibê li taxên Kurdan nêzî 50 ciwanên Kurd binçav kir.

Li gorî nûçeya servîsa Erebî ya ANF’ê, hêzên ewlekariya rejîma Sûriyeyê roja pênçşemê li paytexta Sûriye Şamê sere sibê li taxên Kurdan nêzî 50 ciwanên Kurd binçav kir. Hat ragihandin ku hêzên ewlekariya rejîmê dest danîne ser gelek telefon û amûrên Kurdan û derî û pencereyên gelek malan şkandine.