Li Şam û Helebê pevçûnên dijwar

Li Şam û Helebê pevçûnên dijwar

Li paytexta Şamê ya Suriyeyê di encama operasyona ya bi piştgiriya hewayî ya ku rejîmê dabû destpêkirin pevçûn didome. Pevçûn 3 roj in didome û li Helebê jî li gelek cihan teqîn pêk tên.

Artêşa Suriyeyêdi çarçoveya operasyona li Şamê dabû destpêkirin de, taxên Mezze, Kefer Susa û Haresta bombebaran dike. Hate zanîn ku di encama operasyonaê de mîtîtanên Artêşa Azad a Suriyeyê ji taxa Mezze derketine û pevçûnên dijwar li wir diqewimin. Di encama operasyonan de pevçûnan heta serê sibê berdewam kir. Hate hînbûn ku dengê çekan ji wir bilind dibe.

Ji aliyê 4’emîn Tugaya di bin komutaya birayê Serokdewlet Beşar Esad, Mahîr de li navçeya Mîdan a Şamê duh bombebaran hatibû kirin û li navçeyê gelek cih wêran bibû.

LI HELEBÊ TEQÎN

Li Helebê ev 3 roj in pevçûn didomin. Hate hînbûn hêzên dewletê bi tanqan avahiyan topbaran dike. Der barê wendahiya can de agahî tune û hate diyarkirin ku pevçûn ligel avahiya îstîxbaratê zêde bûye. Ev 3 rojin Artêşa Azad a Sûriyeyê hêzên xwe li bajar bi cih kirine û dibêjin dê bajar azad bikin.

Li gorî çavkaniyên herêmê bajarên Atareb, Karf Karmen û Abazmo topebaran dike.

Di vê navberê de Mala çavderiyê ya Mafê Mirovan a Suriyeyê ku navenda w ê li Londonê ye da zanîn ku ji adara 2011’an heta niha hejmara miriya gihiştiye 19 hezar û 106 kesî. Hate hînbûn ji vana 4 hezar û 861 hêzên rejîmê ne. NY’ê diyar kir k udi meha hezîranê de li Suriyeyê hejmara miriyan gihişitiye 10 hezarî. Li gorî rêveberiya Şamê jî di bûyeran de bi giştî 3 hezar û 211 sivîl, 2 hezar û 566 hêzên ewlehiyê bi giştî 3 hezar û 947 kes mirine.

Li gorî komîteya koordînasyona herêmî ya muxalîfan li Helebê duh 18 kes mirine. Her wiha got li Şamê 28 kes , li Humusê 34 mirine. Li seranserê welat duh 130 kes mirin.