Li Tel-Aviv’ê sîstema parastina fuzeyan hat bicihkirin
Li Tel-Aviv’ê sîstema parastina fuzeyan hat bicihkirin
Li Tel-Aviv’ê sîstema parastina fuzeyan hat bicihkirin
Li gorî radiyoya leşkerî a Îsraîlê ragihandî, ji bo li hemberî bandorên êrişekî leşkerî a li ser Sûryeyê ku çêbibe xwe bi parêzin li paytext Tel-Avîv sîstema parastina li hemberî fûzeyan bi cih kirine.
Li gorî radyoya leşkerî batariyekî parastinê yê fûsê di seatên siharê de li Tel-Avîv hatiye bi cihkirin. Di Ynet siteya înternetê de hate ragihandin ku berê vê sîstemê ber bi bakur yanî ber bi Sûryeyê ku cîrane ve hatiye dayîn.
Şeva Pêncşemê Serok Benyamîn Netanyahu, di derbarê bi cihkirina sîstema parastinê ya fûzeyan de ragihand ku Îsraîlê bi cih kirine lê di derbarê cihê wan de ti zanyarî ne dan. Li gorî radyoya leşkerî diyar kirî mertalê fûzeya “İron Dome” li gel batariyên wan li gel batariyê fûzekî Patriot li bakurê welat hatine bi cihkirin.
Ev bi rojane ku Îsraîl amadekariyên êrişekî ku ji nişkave li ser Sûryeyê bê kirin de dike. Civata wezîrên parastinê roja Çarşemê li ser rewşa pêwiste hezar leşkerên cêgir kişandine bakurê welat.
Li gorî anketekî ku îro di rojnameya Maariv de hatiye weşandin, ji sedî 77’ê Îsraîliyan di êrişekî ya leşkerî li dijî Sûryeyê de a ji derve Îsraîl pêwîste bejdar nebe. Tenê ji sedî 11’e xwet ku êrişekî hewayî pêk bîne û yên ku tevlî anketê bûyîn ji sedî 12 jî nêrîn diyar ne kirin. Anket li ser 519 kesan hat çêkirin.
Serok dewletê Îsraîlê Shimon Peres roja Pêncşemê di daxuyaniya xwe de got; “ Îsraîl wê xwe têkelî şerê nava Sûryeyê neki û bi tûndî tevil nabe. Lê belê kî bi xwaze me birîndar bike yan jî li me bide, em dê bi hemû hewildanên xwe bersiv bidîn.”