Li Swîsreyê kampanyaya ji Metîn Aydin re azadî

Li Swîsreyê kampanyaya ji Metîn Aydin re azadî

Metîn Aydin bi daxwaza darizandina Tirkiye û Almanyayê li Swîsreyê hate binçavkirin û nêzî saleke di girtîgehê de ye. Ji bo serbestberdana Aydin Kurdan dest bi kampanyayekê kirin.

Kurdê bi navê Metîna Aydin ê rûniştvanê Franseyê gava beriya salekê ji bo serdanekê hat Swîsreyê, bi daxwaza Almanyayê hat binçavkirin. Aydin nêzî salek e di girtîgehê de ye. Ji bo serbestberdana Aydin kampanya hat destpêkirin.

“Komîteya ji Metîn Aydin re Azadî” dê di çarçoveya kampanyayê de hin rêze çalakî li dar bixe. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Radestkirina Aydin bo Almanyayê, tê wateya radestkirina Tirkiyeyê. Ger Aydin radestê Tirkiyeyê were kirin dê bi îşkence û bihiqûqiyên mezin re rû bi rû bimîne. Di raporên Human Right û Rêxistina Efûya Navneteweyî de jî ev pêkanînên li Tirkiyeyê têne piştrastkirin.” Komîteyê xwest Aydin serbest bê berdan û bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û girseyên demokratîk kirin ku piştgirî bidin kampanyayê.

Di çarçoveya kampanyayê de dê di 11’ê tîrmehê li ber Wezareta Dadê ya li Bernê bi beşdariya çapemenî, rêxisitnên sivîl û partiyên siyasî xwepêşandandanek bê lidarxistin. Komîteyê di serî de Kurdan, bang li her kesê kir ku beşdarî vê xwepêşandanê bibin.