Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serî li Wezareta Dadê ya Swêdê da û xwest kesê ku bi rêya înternetê heqaret li Serkokomarê Tirk Abdullha Gul û Serokwezîrê Recep Tayyîp Erdogan kiriye radestê Tirkiyeyê bikin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serî li Wezareta Dadê ya Swêdê da û xwestiye kesê ku di malpera rojnameyek a li Tirkiyeyê weşanê dike, de bi şîroveyekê “heqaret” li Abdullah Gul û Recep Tayyîp Erdogan kiriye, tesbît bike. Di serlêdanê de tê gotin ku ev kes bi sucê Heqareta li Peywirdariya Serokkomar û Dewletê ya di Qanûna Cezaya Tirk de cih digire kiriye tê tewanbarkirin.
Dozgeriya Tirk di nivîsa xwe de diyar dike ku ev şîroveya navborî, ji aliyê aboneyek ê operatorek ê li Stockholmê vê hatiye kiriin û IP’ya komputer wê/wî jî daye. Dozgeriya Tirk dixwaze ev kes were diyarkirin û derbixin pêşberê dadgehê.
Swêda ku weke yek ji welatên herî zêde rêzê nîşanî azadiya ramanê û mafê mirovan dide, li hemberî vê daxwaza dewleta Tirk ji xwe re şaş ma. Wezareta Dadê ya Swêdê ku dibe yekem car e li rastî daxwazeke wiha tê, mijarê hewaleyê Dozgeriya Stockholmê kir. Piştî ku dozgerî jî nekarî tiştek bike, dosyayê ji Mifetîştiya Dadê ya Parlementoyê re şand.
Mifetîştiyê piştî vê dosyayê lêkolîn kir, diyar kir ku ev şîrove ji aliyê berpirsên malpera rojnameyê ve nehatiye kontrolkirin û bi vî awayî hatiye weşandin, ew nikarin di vê mijarê de biryarekê bidin. Dosyayê careke din li dozgeriyê vegerand. Niha tê mereqkirin ka dê çi biryar bê dayîn.
Hêjayê gotinê ye ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, bi hinceta “heqaret” li wî kirine, her tim nivîksaran dide dadgehê. Erdogan ji vê wêdetir jî çûye û li qadan gelek caran heqaret li nivîskaran kiriye û ew kirine hedef. Gelek ji van nivîskaran ji karên wan hatine dûrxistin.