Komîteya ku li herêma Orebro ya Swêdê ji aliyê gelek sazî û partiyên kurd û hejmarek nûnerên gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî ve ji bo Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin yekemîn çalakiya xwe li dar xist.
Doh bi sedan Kurdistanî û destên wan ên li hev kom bûn, piştgiriya xwe ya bi Qamişlo, Efrîn, Kobanê, Dêrika Hemko û hemû Rojava re diyar kirin.
Ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Swêdê Orebro ji aliyê PYD, PJAK, PDK, YNK, Tevgera Goran, Meclisa Gel a herêma Orebrû, Hizba Demokrat a Kurdistan, Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê, Partî Serbixwe û Komeleya Kurdî ya bajarê Orebrû û nûnerên gelê Suryanî ve komîteyek hatibû damezrandin.
Ev komîteya ku tevî komkirina alîkariyên aborî, hejmarek çalakî û xebat xistine rojeva xwe, doh yekemîn gav avêt. Bi sedan kesên saet 16.00an li navenda bajêrê Orebrû kombûn, di bin dengê sloganên ji bo piştgiriya şoreşa Sûrî û xweseriya rojavayê Kurdistanê de meşiyan.
Di meşê de pankarta bi nivîsa "Ji Sûriyê re demokrasî û ji Rojavayê Kurdistanê re xweseriya demokratîk", alên KCK, PYD û Herêma Kurdistanê hatin rakirin û sloganên "ji şer re na, ji aştiyê re erê" hatin gotin.
Di dawiya meşê de daxuyaniya hevbeş a komîteya piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re ji aliyê nûnerê PYDê Şiyar Elî ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ji hukûmeta Swêd û hemû hêzên navnetewî hate xwestin ku li ser esasê azadî û yekîtiya demokratîk ya hemû gelên li Sûrî nêzîkî mijarê bibin û piştgiriyek rast bikin.
Her weha di serî de gelê kurd, suryanî û ermenî, bang li hemû gelên li Sûriyê hate kirin ku pişgirî û hevkariya di navbera xwe de xurt bikin.
Ji partiya çep a Swêdê Yohanna Troll jî piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa gelên li Sûrî diyar kir û xwest ji bo rawestandina xwîna di herike hemû alî bi erkên xwe rabin. Endamên komîteyê ku piştre axivîn jî bang li hemû gelê kurd kirin ku bi taybetî li Ewropayê, li her deveran ji bo rojava xebatên piştgiriyê derhal dest pê bikin.