Li Swêd a ku nêzî 35 hezar hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî hene, ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê li Stockholmê tenê deng tê bikaranîn û bi rojekê hatiye sînorkirin. Vê pêkanînên rê li ber nerazîbûnên Kurd û Tirkên li Swêdê dijîn vekir.
Nûnerên Partiyên siyasî û û rêxistinên demokratîk li Stockholmê hatin cem hev û xebatên, ji bo tevlîbûna hilbijartinan zêde bibe û daxwaz nîqaş kirin û daxwazên xwe bi awayekî nivîskî dan muşavîrê perwerdeyê yê Seferatxaneya Tirkiyeyê ya Stockholmê Ersen Alagoz yê tevlî civînê bibû.
Di nav de ku rêveberên AKP, CHP, MHP, HDP û partiya Vatan, Federasyona Elewî-Swêd, Federasyona Tirk-Swêd, Federasyona Jinan a Tirk a Swêdê jî heye, di metna ku hat îmzekirin wiha hat gotin:
"Em wek welatiyên Komara Tirk yên li Swêdê dijîn yekem car ji bo hilbijartinên parlamenteriyê dengan bikar tînin. Lê li Swêdê tenê rojek hatiye diyarkirin (31 Gulan) û tenê bi paytext Stockholmê sînor mane.
Ev rewş li pêş 35 hezar hilbijêrên ku li Swêdê dijîn astengiye.
Em wek nûneriyên Swêdê yên partiyên siyasî yên Tirkiyeyê û desteyên civaka sivîl:
“-Dixwazin kar û barê dengdayînê wek hilbijartinên serokkomariyê derxînin 2 rojan
-Li Başûr li Goteborg û Malmo, li bakur jî li Gavle sindoq bên danîn û ger ev ne mimkun be jî divê ji bo Stokcholmê çavkanî û derfetên veguhestinê bên zêdekirin.”
Muşavîrê Perwerdeyê Ersen Alagoz diyar kir ku serlêdana mijara gotinê wê ragihîne seferatxaneya mezin û desteya hilbijartinê ya bilind û got ku ji bo pêvajoya dengdayînê derkeve du rojan wê hewl bidin.