Li bajarê Heleb yê Sûriyeyê ku pevçûn lê zêdebûne, wesayîtekî rastî êrîşê hat û rojnamevanekî Japon jiyana xwe ji dest da, ji 3 rojnamevanên din jî agahî nayê girtin.
Wezîrê Karê Derve yê Japonyayê aşkera kir ku, li bajarê Heleb yê Sûrî rojnamevana Japonî Mîka Yamamoto di nava pevçûna de maye û jiyana xwe ji dest daye, her wiha rojnamevanekî Tirk jî winda bûye.
Rojnameya El Hurra nivîsand ku, 4 rojnamevanên I wesayîtê de rêwîtî dikir, ji aliyê kesên cilên wan dişibin milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad ve hatine gulebaran kirin. Di gulebaranê de rojnamevana jin Mîka Yamamoto jiyana xwe ji dest da û 2 jê Ereb, yek jî rojnamevanê Tirk windabûn. Hate ragihandin ku, ji rojnamevanên winda navê yê Tirk Cuneyt Unale.
Rojnamevana Japon Mîka, piştî serhildanên li dijî rejima Sûriyeyê destpê kirî bû rojnamevana 4’mîn jiyana xwe ji dest dayî.