'Li Sûrê dewlet ji xizanan distîne û pêşkêşî dewlemendan dike'

Yapici destnîşan kir, ku dema biryara 'qada bi rîsk' a sala 2012'an bê nirxandin wê were dîtin, ku li ser Sûrê bendewarî û planên cuda yê jêxwarinê hene.

Seroka Desteya Şewirmendiyê ya Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) a Odeya Mîmaran Mucella Yapici, tespîtên xwe yên li Sûrê ji ANF'ê re vegot.

Yapici da xuyakirin, ku cihên dîrokî jî di nav de herêkemk ji 145 hektarî ya Sûrê hatiye 'cemawerîkirin' û anî ziman, niha li navçeyê rêyên di plana îmarê de nîne tên çêkirin û avahî tên xerakirin.

Odeya Mîmaran a 1'ê Nîsanê li Sûrê lêkolîn kir, ji bo betalkirina biryara 'cemawerîkirinê' serî li Dadgeha Şewirmendiyê da. Ji mîmarên çûn Sûrê Mucella Yapici çavdêriyên xwe vegot û destnîşan kir, ku li navçeyê qirkirina çandî hatiye kirin.

Yapici diyar kir, her çend hat îdîakirin ku operasyon qediya ne jî, dorpêçî hînê dewam dike û rewşa dît bi vî rengî vegot: "Li Sûrê her çar alî hatine girtin. Bi tenê çend firoşgeh vekirî ne. Me xwestin xwe bigihînin cihê Minareya Çarling, lê nehiştin. Ya ku me aciz kir û matmayî hişt, tevî leşker, tank û maşînên zirxî gelek qemyon hebûn. Bi van qemyonan xaniyên dihatin xerakirin, xirbeyên wan dihatin rakirin. Vê yekê gelekî em aciz kir. Tevî ku hat ragihandin 'operasyon qediya ne' jî, destûr ji gel re nayê dayîn li taxên xwe vegerin. Lê li aliyê din xaniyên wan tên xerakirin û xirbeyên wan tên rakirin."

'JI ALIYEKÎ VE DESTESERKIRIN, LI ALIYÊ DIN BÊMIROV HIŞTIN'

Yapici ragihand, biryarên parastinê yên UNESCO ne tenê ji bo parastina avahiyan û kolanan e û destnîşan kir, ev biryar ji bo parastina çand, kevneşopî, xwarin, rêbaza jiyanê, bi kurtasî temamiya jiyana li wir e. Yapici da zanîn, ku wan dîtine hewl tê dayîn Sûr ji mirovan bê paqijkirin û got, "Li cîhanê feraseteke parastinê ya bêmirov hiştinê nîne. Hûn cihekî dikarin bi mirovan, kevneşopiyên wan û pêdiviyên wan re xurt bikin, lê bi tinekirina vê yekê re hûn nikarin rêbazeke cuda ya jiyanê lê bi cih bikin."

Yapici da zanîn, ya tê xwestin li Sûrê bê kirin ev e û bibîr xist, 35 hezar kesî ji neçarî Sûr terikandine û hînê nikarin vegerin. Yapici da xuyakirin, ku dema wê rewşa Sûrê dîtiye, şibandiye cihekî lê erdhej bûye.

'ÊDÎ BI TENÊ DEWLEMENDÊN MÎNA SARE XANIM WÊ KARIBE LI SÛRÊ XANÎ BIKIRIN'

Yapici ragihand, ku biryara 'cemawerîkirina lezgîn' a Sûrê beriya destpêkirina şer hatiye wergirtin û destnîşan kir, dema biryara 'qada bi rîsk' a sala 2012'an bê nirxandin wê were dîtin, ku li ser Sûrê bendewarî û planên cuda yê jêxwarinê hene. Yapici diyar kir, mîna Sûlûkûle û Tarlabaşi, armanca 'cemawerîkirina lezgîn' ew e, ku ji xizanan bistînin û pêşkêşî dewlemendan bikin.

Yapici got, "Mînak; hevsera Serokwezîr Sare Xanim radibe dibêje ew dixwaze li Sûrê xaniyekî bikire. Rewşe ev e: Yanî êdî mirovên dewlemend ên mîna hevsera Davûtoglû wê karibin li SAûrê xanî bixwaze. Encama herî mezin a şerên emperyalîst kapîtalîst ev e. Binêrin, li Bexdaya bi şer hatiye xerakirin, îro fîrmayên herî mezin ên emlaqê dixwazin avahiyan çêbikin û ji bo vê li ber xwe didin. Li aliyekî mrov tên kuştin, dîrok tên tinekirin, li aliyê din jî hin kes radibin hewl didin vê yekê veguherînin derfeteke jêxwarinê. Mixabin di cewhera vê sîstemê de ev heye."

Yapici da xuyakirin, ku ji bo rizgarkirina Sûrê divê heyetên ji pisporên biyanî, şaredariyan û heyetên serbixwe derhal planeke rizgarkirinê ava bikin.