Li Sûdanê agirbesta 72 saetan qediya, şer car din dest pê kir
Agirbesta ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) de bi navbeynkariya navneteweyî agirbestek 72 saetan hatibû ragihandin, qediya û şer car din dest pê kir.
Agirbesta ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) de bi navbeynkariya navneteweyî agirbestek 72 saetan hatibû ragihandin, qediya û şer car din dest pê kir.
Agirbest roja Yekşemê di saet 06.00’an de dest pê kir. Her du alî jî li gorî agirbestê tevgeriyan. Lê piştî ku agirbest bi fermî bi dawî bû, piştî çend deqîqeyan li paytext Hartûmê car din dengê topan û şer hat bihîstin.
Artêşa ku di bin fermandariya Abdûl Fettah El Bûrhan û HDK a di bin fermandariya Mûhammed Hamdan Dagalo, ji bo alîkariyên mirovî derbasî Sûdanê bibin tevgera xwe ya leşkerî rawestandibûn.
Sêşemê roja dawî ya agirbestê bû. Şeva Sêşemê li navenda îstixbaratê ya li paytextê, şewatek mezin derket. Çavkaniyên artêşê îdîa kir ku HDK’ê agirbest îhlal kiriye û avahî bombe kiriye.
HDK’ê jî îdîa kir ku avahiya ku tîmên girêdayî wan lê kom bûbûn, ji aliyê dronek a artêşê ve hatiye bombekirin û diyar kir ku şewat derket û piraniya navenda îstixbaratê hilweşiya.
Ji 15’ê Nîsanê û vir ve di navbera artêşa girêdayî General Abdûl Fettah El Bûrhan û Hêzên Piştgiriya Bilez ên paramîlîter ên General Mûhammed Hamdan Daglo de ku hevkarê berê El Bûrhan e, şerê desthilatdariyê diqewime.
Li gorî rapora dawî ya rêxistina civakî ya sivîl a bi navê ACLED’ê ji navîna meha Nîsanê ku şer dest pê kiribû û vir ve, şerê li Sûdanê bûye sedema mirina zêdeyî 2 hezar mirovan.
Komîserê Bilind ê Koçberan a Neteweyên Yekbûyî Fîlîppo Grandî roja 20’ê Hezîranê daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber şerê li Sûdanê zêdeyî 500 hezar kes ji welêt reviyane.
Civaka navneteweyî ya li Cenevreyê kom bûyî, roja Duşemê ji bo alîkariyê bide Sûdanê nêzî 1,5 milyar dolar girt ser xwe. Ev jî tenê nîviya alîkariyên lezgîn dikare pêşwazî bike. Li gorî NY’ê li Sûdanê ku xwedî 48 milyon nifûs e, 25 milyon kes bêyî alîkariya mirovî nikarin bijîn.