Li Stûttgartê mîtînga ji bo azadiya girtiyên siyasî
Li meydana Schlossplatz (Kobanê) ya Stûttgartê, di roja "18'ê Adarê Roja Piştgiriya ji bo Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî" de mîtîga bi dirûşma "Ji girtiyên siyasî re azadî" hat lidarxistin.
Li meydana Schlossplatz (Kobanê) ya Stûttgartê, di roja "18'ê Adarê Roja Piştgiriya ji bo Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî" de mîtîga bi dirûşma "Ji girtiyên siyasî re azadî" hat lidarxistin.
Li meydana Schlossplatz (Kobanê) ya Stûttgartê, di roja "18'ê Adarê Roja Piştgiriya ji bo Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî" de mîtîga bi dirûşma "Ji girtiyên siyasî re azadî" hat lidarxistin.
Mîtîng roja 18'ê Adarê ji aliyê rêxistinên Elman û Tirkiyeyî Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF), Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Ciwanên Azad, Offenes Treffen gegen Krieg und Militarisierung, Rewolutionaere Aktion pêk hat. Di mîtîngê de stand hatin vekirin û materyalên li ser daxwaza azadiya girtiyên siyasî hatin nîşandan.
Di mîtîngê de li ser navê AvEG-Kon, ATÎK, NAV-DEM, ADHK, Yaşanacak Dunya/Devrîmcî Proleterya, Partiya SYKP, FÎDEF'ê daxuyaniyeke hevpar bi zimanê Elmanî hat xwendin.
Di axaftinên li vê derê de hat gotin, "Li Elmanyayê 8 aktîvîstên Kurd girtî ne. Ahmet Çelîk (Serokê berê yê YEK-KOM'ê) Kenan Baştû, Mûstafa Çelîk, Mehmet Demîr, Bedrettîn Kavak, Alî Ozel, Abdullah Şen û Mûhlîs Kaya. Têkoşîna wan a siyasî û rizgariya neteweyî, mîna li Tirkiyeyê êdî li Elmanyayê jî weke terorê tên pênasekirin."
Qisekeran dan xuyakirin ku di 15'ê Nîsana 2015'an de li ser daxwaza Wezareta Edaletê ya Elmanyayê, bi operasyona Serdozgeriya Federal re li gelek welatên Ewropayê 10 şoreşger û pêşverû hatin binçavkirin û gotin, "Muslum Elma, Erhan Akturk, Dr. Banû Buyukavci, Dr. Sînan Aydin, Haydar Bern, S. Alî Ûgûr, Mûsa Demîr, Samî Solmaz, Denîz Pektaş û mehmet Yeşîlçali, tevî 10 şoreşgeran, di çarçoveya qadana 129 b a qanûan ceza ya di sala 2002'an de ket meriyetê weke endamên TKP-ML ku 'rêxistina terorê ya li derveyî welat dixebite' tê pênasekirin, tên sûcdarkirin." Qisekeran ragihand, di nava van sûcdariyan de ya herî zêde derdikeve pêş jî tevkariya girtiyan li avakirina projeya otonmiya demokratîk û têkoşîna rizgariya herêma Kobanê/Rojava ye.
Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin, ku 18 kesên di oeprasyonên li hemberî aktîvîst û rêveberên Federasyona Anatoliyê de hatin girtin, hînê ragirtî ne.
Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Têkoşîna polîtîk rewa ye, ne ya bê darizandin e", "Ji girtiyên siyasî re azadî", "ji qanûnên têkoşîna terorê re Na" bi dawî bû.
KAMPANYA ÎMZEYAN A LI DIJÎ 129 A-B
Di mîtîngê de kampanya îmzeyan a AGÎF'ê ya li dijî 129 a-b bal kişand.