Li Stûttgartê ji bo Xaziyên Pirsûsê çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin
Li Stûttgartê, Rêxistina Alîkariyê ya Sor a Elmanya û AGÎF'ê, ji bo Xaziyên Pirsûsê û SGDF'ê çalakiyeke piştgiriyê ya enternasyonal li dar xist. Çalakî roja 25'ê li salona konfernasê ya Lînkes Zentrûm Lîlo Herrmannê pêk hat.
ANF
STÛTTGART
în, 26 reşemiyê 2016, 07:08
Li Stûttgartê, rêxistina Alîkariyê ya Sor a Elmanya (Rote Hîlfe) û Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF) ji bo Xaziyên Pirsûsê û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) çalakiyeke piştgiriyê ya enternasyonal li dar xist. Çalakî roja 25'ê li salona konfernasê ya Lînkes Zentrûm Lîlo Herrmannê pêk hat.
Nûnerê Alîkariya Sor axaftina destpêkê kir û got, "Weke Alîkariya Sor û AGÎF'ê, em ji bo destekkirina SGDF'yiyên ji bo avakirina Kobanê ketibûn ser rê lê li Pirsûsê rastî komkujiyê hatin û ji bo piştgiriya bi birîndarên Pirsûsê re vê çalakiyê lidar dixin."
Nûner bang li beşdaran kir, ku desteka madî bi birîndarên Pirsûsê re bikin.
Ji SGDF'ê Îdîl Ozbek jî têkoşîn û armancên SGDF a di sala 2004'an de hat avakirin, vegot.
OZBEK: EM DIXWAZIN DI NAVBERA BAKURÊ KURDISTANÊ Û ROJAVA DE BIBIN PIRA CIWANAN
Îdîl Ozbek da xuyakirin, ku koka wan digihêje pêşengên şoreşger ên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya û anî ziman, ku ew dixwazin di navbera Bakurê Kurdistanê û rojavayê Tirkiyeyê de bibin pirek ciwanan, di berxwedana Kobanê û şoreşa Rojava de weke ciwanên sosyalîst wan şehî dane û bi banga 'me bi hev re parast, bi hev re ava kir' re ji çar aliyên Tirkiyeyê ciwanên sosyalîst ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ketine ser rê.
'PÊWÎSTIYA ME BI PIŞTGIRIYEKE ENTERNASYONAL HEYE'
Ozbek da xuyakirin, ku dema ew di 20'ê Tîrmehê de gihaştin Pirsûsê, êrîşa bombeyî ya bi hevkariya AKP û DAIŞ'ê li hemberî wan hatiye kirin, 33 hevrêyên wan şehîd ketine, gelek birîndar bûne, hînê tedawiya gelek ji wan dewam dike, ji bo mesreya tedawiyê ew zehmetiyan dikişînin û destnîşa kir, ku pêwîstiya wan bi piştgiriya enternasyonal heye.
Ozbek her wiha ragihand, ku ev piştgiriya enternasyonal, wê bibe zextek li ser faşîzma AKP'ê ku hewl dide bi biryara nepenîtiyê re ser komkujiyên Pirsûs û Enqereyê binixumîne.
Ozbek li ser parastina xendekan jî destnîşan kir, ku li dijî êrîşên topyekûn ên dewleta Tirk xendek amûreke parastinê ya rewa û mafdar a gelê Kurd e.
'FAŞÎZMA AKP'Ê, ÊRÎŞA LI PIRSÛSÊ WEKE ÊRÎŞA TERORÊ NABÎNE'
Ozbek diyar kir, faşîzma AKP'ê êrîşa li Pirsûsê weke êrîşa terorê nabîne, dema vê weke êrîşeke terorê bibîne neçar e mesrefên tedawiya birîndarên li Pirsûsê bide û da xuyakirin, ku li şûna vê yekê ciwanên SGDF'yî terorîze dike û hînê hevalekî wan ê Xaziyê Pirsûsê hînê girtî ye.
Çalakî piştî axaftina Ozbek, bi desteka madî ya alîkariyê û bi çepikan a beşdaran bi dawî bû.