Li Stûttgartê civîna HDK-Ewropa hat lidarxistin
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, xebatên ji bo projeya Kongreya Demokratîk a Gelan - Ewropa (HDK-A) dewam dikin.
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, xebatên ji bo projeya Kongreya Demokratîk a Gelan - Ewropa (HDK-A) dewam dikin.
Projeya rêxistina sîwanî HDK-A, ku karker, kedkar, sazî û şexsiyetên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê lê xwedî mafê gotinê bin, li çar eyaletên welêt tê nîqaşkirin. Bi vê armancê roja Yekşemê li Komeleya Çandê ya Tohûm a li Stûttgartê, bi tevlîbûna pêkhateyên ABDEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk civînek hat lidarxistin. Di civînê de nûnerên SYKP, SDKTM, ADHK, Alinterî, Dijberên Qirkirina Dêrsimê, YXK, AvEG-Kon, ATÎK, ATÎK Yenî Kadin, karsaz û nivîskar jî lê amade bûn.
Li ser navê NAV-DEM'ê jî Hevserok Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç tevlî civînê bûn. Goksûngûr di axaftina xwe ya li civînê de banga yekîtiyê kir û got, "Eger Artvîn jî xendekan dikole, hingî gihaştiye ruhê Cizîrê."
Koç jî ragihand, ku divê ew bibin kirdeya siyaeta li Ewropayê û got, "Îro li Elmanyayê bi tenê çar parlamenterên me temsîl dikin hene. Çima ev nebe 15-20? Ev hêza me heye. Divê HDK-A her kesên têkoşîna demokrasiyê dimeşîne di nava xwe de vehewîne. Eger em li Tirkiyeyê dikarin 80 parlamenteran bi dest bixin, wê demê em dikarin li vir jî heman serketinê werbigirin."
Namzetê Die Linke yê parlamenteriya Eyaleta Baden Wurttembergê Gokay Bûlût jî tevlî civînê bû û da xuyakirin, ku ew weke namzetê NAV-DEM'ê beşdarî hilbijartinan dibe. Bûlût di hilbijartinên 13'ê Adarê de destek xwest.
Bi heman armancê wê li bajarê Elmanya Kolnê di 28'ê Sibatê de civînek were lidarxistin.