Li Stuttgartê berxwedana girtiyan hate silavkirin

Li Stuttgartê çalakiyek li dijî tecrîda Îmraliyê hat lidarxistin û berxwedana girtiyan hate silavkirin.

Li Stuttgartê Navenda Çandê ya Festhalleyê çalakiyeke çandî ya di çarçoveya “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de hate lidarxistin.

Li gel bi sedan Kurdistanî û dostên wan, siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, Selîm Sadak û parlamenterê Dî Linkeyê Bernd Rîexînger û nivîskarê Alman Alexander Glasmer Hummel tevlî çalakiyê bûn. Ji ber tevlîbûna zêde ciwanan kursî ji mezinan re hiştin.

Di rêzên pêş ên salonê de malbatên şehîdan cih girt. Çalakîyê bi  strana Birayê Qiyaseddîn a ji bo bîranîna Şex Seîd hatiye nivîsandin destpê kir û têkildarî kampanyaya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn.

Hevserokên Komeleya Gelê Kurd a Stuttgartê Mesût Daghan û Pervîn Şenerê berxwedana Şervanên Azadiya Kurdan û girtiyên di greva birçîbûnê de silav kirin.

Piştî axaftina hevserokan siyasetmedar Hatîp Dîcle axivî û got: "Çareseriya pirsgirêka Kurd têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e." Dîcleyî xeberdana xwe wiha dewam kir: ‘’Kampanyaya ku sendîkayên Îngilistanê ji bo azadiya Nelson Mandela bi rê ve birin û niha ji bo Abdullah Ocalan didomînin, xwerdî roleke dîrokî ye û  ji aliyê dostên Kurdan ve piştgirîya vê pêngavê tê kirin."

Dîcleyî diyar kir ku divê li hemberî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan xwe rexne bikin. 

Dîcleyî da zanîn ku ew ê di pîrozbahiyên 8'ê Adarê, Newroz û 4'ê Nîsanê de bi awayekî xurt beşdarî Kampanyaya Azadiyê bibin û got: "Em ê bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan rêya Komara Demokratîk vekin." Piştî axaftinaDîcleyî nivîskarê Alman Alexander Glasmer Hummel diyar kir ku pirtûkên wî yên der barê  Kurdan de  ji aliyê xwendevanên Alman ve bi awayekî ecêbmayî hatin pêşwazîkirin.

Bernd Riexînger ê Endamê Meclisa Alman a Federal û Parlamenterê Partiya Çep got:  "Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan dewleta Îsraîlê rexne dike, lê di hema demê de jî Rojavayê  bombebaran dike. Kurdan bombebaran dike, em vê yekê qebûl nakin.  Yên li hemberî zilma li ser Filistîniyan dêngê xwe dernaxînin, alîkariya çekan didin Tirkiyeyê."

Piştî xeberdanan hunermendên weke Chopy Fetah, Serhado, Bermal Çem, Erkan Top, Dîlan Top û  Cewad Merwanî derketin ser dikê û stranên xwe gotin.