Li Bajarê Strasborgê ya Fransayê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ber Konseya Ewropayê (KE) tê girtin, di 7’emîn hefteyê de berdewam e.
Çalakiya nobetê ya bê dem ku ji aliyê Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ve di 25’ê hezîranê de hatibû despêkirin, piştî ku ji aliyê koma 5 kesî yên ji Parîsê hatine ve hat dewr girtin, berdewam dike. Her hefteyê çalakî ji aliyê komên nû yên ji derdorên Ewropayê tên ve tê wergirtin.
Çalakwanê ji Parîsê hatiye Cemîl Gabar got ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiya xwe bidomînin û wiha axivî: “Li her derê Ewropayê çalakî tên lidarxistin. Heta ku Kurdistan azad bibe ev çalakî wê bidomin.”