Li Strasboûrgê coşa Newrozê

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê Newroz hat pîrozkirin.

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê Newroz hat pîrozkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê li Ewropa didomin. Li bajarê Strasboûrg ê Fransa Newroz bi şevekê hat pîrozkirin. Şeva ku berxwedana xwerêveberiyê Kurdistanê hat silavkirin, peyama Newrozê ya Hevserokê Konseya Rêveberiya KCK’ê Cemîl Bayîk bi sînevziyonê hat temaşekirin. Dihat payîn ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya beşdarî pîrozbahiyê bibe, lê bi sedema ‘Qedexeya wî ya derketina derveyî sînor’ heye nikarîbû beşdar bibe. 

Di şeva pîrozbahiyê de gelê Kurd peyama, li hember êrîşên topyekûn bi berxwedanekî topeykûn dikare bê şikandin, hatin dayîn. 

Şeva Newrozê ya ku 1000 Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn, Rotînda û Zozan Zûdem, “Koma Tembûrê ya Dengê Mezopotamya” ya ku ji zarokên keç pêk dihat û ji bajarê Sarbruckenê hatibûn derketin ser dikê.

...