Kurdên li Stockholmê dijîn bi wesîleya 28’emîn salvegera 15’ê Tebaxê li paka Ralambshov şahiyek pêk anîn.
Li parkê posterê Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin çikandin û her wiha panqartên ku piştgirî dida têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê, pir zêde bûn.
Pîrozbahiya 15’ê Tebaxêji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. piştre jî hunermend Gursel derket ser dikî û li bi stranên xwe gel çoşand. Piştî vê hunermendê Rojhilatê Kurdistanê Hesen Lor jî stranên xwe pêşkêş kir.
Her wiha di pîrozbahiyê de sirûdên kurdî hatin xwestin û serokên Meclisa Gel jî der barê wate û girîngiya 15’ê Tebaxê ya ji bo Kurdan axaftinek kir. Serokên meclisê cejna 15’ê Tebaxê di serî de li gerîlayan û hemû kurdan pîroz kir û wiha got: “Em bi têkoşîna Heval Egîd hatin van rojan. Dema wan dest bi vî karî kirin hemû kesî bawer nedikir dê bi ser bikevin. Lê baweriya wan a ku bi dê têkoşînê bê qezenc kirin zêde bû. Ji wê rojê heta îro li Kurdistanê gelek geşedan pêk hatin. Di esasa Konfederalîzma Demokratîk de ji bo avakirina jiyaneke civakî hewldanên mezin hatin dayîn.”
Piştî axaftinan gelek fîşekên hewayî hatin berdan û di pîrozbahiya 15’ê tebaxê de berxewdana Şemzînan û Rojavayê Kurdistanê hate silavkirin.