Di civîna li Komeleya Çanda Kurd a li Stockholmê de, ji bo Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Stockholmê dijîn di 31'ê Gulanê de dengê bidin HDP'ê, biryar hat dayîn ku hin rêze çalakî werin lidarxistin. Ji bo pêkanîna van çalakiyan jî komîteyeke piştevaniyê hat avakirin.
Komîte wê bi civînên li semtan, serdanên qehwe û mizgeftê, şevên piştevaniya HDP'ê û bi belavkirina belavokan re hilbijêran agahdar bike. Destpêkê li smeta Haninge ya Stockholmê hin qehwe û komeleyên Tirk hatin ziyaretkirin. Di rojên pêş de wê xebateke bi heman rengî li semtên din ên Stockholmê pêk were.
Komîteya Piştevaniya HDP'ê ya Stockholmê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hemû Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Stockholm û derdora wê dijîn kir ku di 31'ê Gulanê de li Stockholmê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her çend ji bo bikaranîna dengan bi tenê rojek ji 35 hezar hilbijêrên li Swêdê re hatiye dayîn li pêşiya nîşandana vînê asteng be jî, di heman demê de ji bo dawîanîna li polîtîkayên cihêkar û zordar ên 12 salan ên AKP'ê, derfeta dawî ya Tirkiyeyiyane.
Komîteyê diyar kir ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyên xwe de radigihîne ku eger AKP bi awayekî serketî ji hilbijartinê derkeve ew ê sîstema serokatiyê bîne, bi vî rengî Tirkiyeyê veguherîne dîktatoriya yek kesî û destnîşan kir ku yekane hêza dikare pêşî li vê bigire HDP ye.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di serî de Erdogan hemû payebilindên AKP'ê, ji bo HDP benda ji sedî 10'an derbas neke, di kesayetiya Selahattîn Demîrtaş de li dijî HDP'ê dest bi kampanya derewan û reşkirinê kirine û hat destnîşankirin ku destekkirina HDP'ê wezîfeya her kesên alîgirên aştî, demokrasî û kedê ye.