Di ketina Taxa Gazî ya Stenbolê de di navbera polîs û yek jê jin du kesên di wesayîtekî ticarî de pevçûna çekdarî rû da, polîs û jinek birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, polîsan wesayîtekî ticarî dişopand di ketina Taxa Gazî de gulebaran kir. Dema ku yek jê jin du kesên ji wesayîtê hatin xwar, di encama gulebaranê de pevçûn derket. Di pevçûnê de jinek û polîsek birîndar bûn. Jina birîndar hate binçavkirin, polîsan li cihê pevçûn lê rû da li herêma daristanî lêgerîn da destpêkirin.