Li Stenbolê li dijî 1’ê Gulanê 26 hezar polîs hatine erkdarkirin

Walîtiya Stenbolê têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkaran daxuyanî da û ragihand ku 26 hezar û 174 personel hatine erkdarkirin.

Tê payîn ku pîrozbahiyên 1’ê Gulanê li Maltepeyê werin kirin. Walîtiya Stenbolê bi hinceta ‘Ewlehiyê’ ragihand ku li Malpeteyê û li herêma mîtîng û tevayî bajar bi hezaran polîs erkdar kirine.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Li herêma mîtîng û li tevayî herêmê hemû tevdîrên bilind hatine plankirin; li metro, metrobus û marmarayê ku gel bi awayekî zêde bi kartîne hemû tedvîrên trafîk û ewlehiyê hatine plankirin.”

Walitiyê wiha jî got; “Di vê çarçoveyê de wê 26 hezar û 174 personelên me di pîrozbahiyên cejnê de erkdar bin.”