Welatiyê bi navê Yavûz Çatûk, li Kolana Yavûz Selîm ya Taxa Adem Yavûz ya Navçeya Umraniye hevsera xwe Gulay Çatuk bi 50 cihî kêr kir û kuşt. Hate zanîn ku, Yavuz Çatûk berê jî 2 kes kuştibûn û 2 kes birîndar kiribûn. Hate hînbûn ku Çatûk 3 sal berê ji zagonan sûd girt û serbest hate berdan.
Li Kolana Yavûz Selîm ya Taxa Adem Yavûz ya Navçeya Umraniye ya Stenbolê zilamê bi navê Yavuz Çatuk yê 38 salî hevjîna xwe Gulay Çatûk ya 37 salî bi 50 cihî kêr kir û qetil kir. Piştî Gulay bi giranî birîndar bû û cîranan ew rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku, Yavuz Çatûk berê jî 2 kes kuştine û 2 kes jî birîndar kirine û 3 sal berê serbest hatiye berdan.