Li Stenbolê ji bo 2 gêrîlayan şîn hate danîn

Li Stenbolê ji bo 2 gêrîlayan şîn hate danîn

Ji bo gêrîlayê HPG'ê Mesût Karataş (Şiyar Tetwan) û Huseyîn Bahadir (Karwan Halaç) ku di şerên li Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Stenbolê şîna 2 rojan hate danîn.

Ji bo gêrîlayê HPG'ê Mesût Karataş (Şiyar Tetwan) û Huseyîn Bahadir (Karwan Halaç) ê ku di 31'ê tîrmehê de di şerê li Şemzînana Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn 2 roj şîn hate danîn. Di şîna ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Wenda Kirine (YAKAY-DER) hate lidarxistin de malbatên kesên jiyana xwe di têkoşîna azadiyê de ji dest daye û bi sedan welatî cihên xwe girtin.

Şîn li avahiya BDP'ê ya Navçeya Bagcilar ya Stenbolê de hate lidarxistin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gêrîla Şiyar û Karwan li dîwar hate daliqandin. Di şînê de peyamên tifaq û yekitiya kurdan hate dayîn.