Li Şirnexê Gungen hate girtin

Mevlan Gungen ê ku li Şirnexê hatibû binçavkirin, piştî derxistin dadgehê girtin.

Mevlan Gungen ê ku li Şirnexê hatibû binçavkirin, piştî derxistin dadgehê girtin.

Mevlan Gungen ê ku di encama operasyona serdegirtina gundê Nerex ê navçeya Gundikê Melê yê Şirnexê hatibû binçavkirin, piştî derxistin dadgehê hate girtin. Li bajarê Şirnexê ku di 14’ê Adarê qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin, bi vê hincetê ve bi îdîaya Gungen ji Şirnexê derketiye hate binçavkirin. Îro Gungen birin dozgeriyê, piştre li dadgehê biryara girtinê hate dayîn û Gungen şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T.

Her wiha kesekî ku di navbera Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û Midûriyeta polîsan de nanpêj dixebitan jî birîndar bû. Kesê ku li nanpêja ji hêzên dewletê re dixebitî bi guleya li ser ket birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.