Li Şirnexê faliyetên kemînê, li Qersê yên keşfê
Li Şirnexê faliyetên kemînê, li Qersê yên keşfê
Li Şirnexê faliyetên kemînê, li Qersê yên keşfê
Hate hînbûn ku artêşa tirk li Qilaban a Şirnexê û li Kaxizmana Qersê faliyetên kemîn û firînên keşfê pêk tîne.
Li gorî agagahiyên HPG’ê dane, artêşa tirk di 5’ê îlonê heta niha li çoltera Qilabana Şirnexê û li Girê Şivan û Girê Serbend faliyetên kemînê zêde kirine û li Kato Jîrka jî faliyetên firînên keşfê pêk anîne.
Her wiha hate hînbûn ku li navçeya Kaxizman a Qersê jî li qada Geliyê Xacê di 6’ê îlonê firînên kefşê hatine kirin û heman rojê li navçeya Gever a Colemêrgê li Girê Şehîd Zinar û Şehîd Şiyar taqviya leşkerî hatiye kirin.