Li Sîlîvriyê protestoya tazî!

Li Sîlîvriyê protestoya tazî!

Endamê Dadgeha Cîhanê yê Iraqê Prof. Dr. Lieven D'laoter li hemberî lêgerînên di rûniştina doza KCK'ê de nerazîbûn nîşan da û ji bo lêgerînê şermezar bike cilên xwe ji ber xwe kirin.

Endamê Dadgeha Cîhanê yê Iraqê Prof. Dr. Lieven D'laoter ku ev 4 roja doza KCK'ê ya li Sîlîvriyê dişopîne li hemberî lêgerînên li ber salona rûniştinê nerazîbûn nîşan da. D'laoter ji bo şêwaza lêgerînê şermezar bike ji bilî cilên binî hemû cilên xwe ji xwe kirin. D'laoter diyar kir ku, heke dîsa lêgerîn pêk bê ew dê heman helwesta xwe dubare bike.

Cauter piştî çalakiya xwe daxuyaniyekê da û diyar kir ku ew profesorê felsefeyê ye, ew weke delegasyonê navneteweyî di nava gelek xebatên dijî terorê de cih girtiye û got; “Tişta ku min îro kir diyaletîka terorê ye. Wana makîneyekê çêkir. Nahêlin tiştek têre derbas bibe. Piştî wê jî bi dest lê digerin. Ez li dijî vê me. Ger kesên di makîneyê re derbas dibin xwe tazî bikin, û wisa bikevin hindurê salonê, leşker nikarin tiştek bikin.”

Ger ji niha û pêve jî li rastî vê pêkanînê werim, ez ê dîsa xwe tazî bikim û got; “Ez endamê delegasyona navneteweyî me, ne terorîst im. Bila makîneyek dixebite deynin cihê kontrolê. Evane dibêjin em li dijî terorê ne. Lê li her derê leşkerên robocoop hene. Tişta li vir şano ye. Parêzer, rojnamevan û aşitîxwaz, endamên partiyên siyasî, dewlet vana weke xeterî dibîne. Endamên BDP’ê ne terorîst in.”

Cauter piştî daxuyaniyê dîsa çû hundirê salonê û careke din xwe tazî kir.