Li Sîlîvriyê hemû daxwaz red bûn, tenê 16 tehliye hene

Li Sîlîvriyê hemû daxwaz red bûn, tenê 16 tehliye hene

Di rûniştina Doza KCK’ê ya li avahiya Edliyeyê ya Sîlîvrî ya Stenbolê pêk tê de, îro tevî Prof. Dr. Buşra Ersanli 16 kes teliye bûn. Dadgehê ji 140 girtiyan tenê 16 kes serbest berda û hemû daxwazên parastinê red kir.

Kesên hatine telhikirin ev in; Kemal Karagöz, Kazım Şeker, Emine Büşra Ersanlı, Büşra Beste Önder, Canşah Çelik, Erdoðan Baysan, Medeni Demirkapı, Zekiye Ayık, Cüneyt Özil, Birgil Arvas, Suna Varsak, Ýbrahim Ethem Yıldız, Mehmet Sıddık Kümek, Uður Taşdemir, Nizamettin Özen ve Mustafa Ýpek.

Bi hinceta beriya niha biryara der barê mafê parastina bi Kurdî de hatiye dayîn, careke din daxwaza parastina bi Kurdî hat redkirin.

GILIYÊ PARÊZERAN KIRIN

Dîwana Dadgehê bi hinceta şahidê veşartî yê bi navê “Haydar” deşîfre kirine, giliyê parêzerên parastinê Ender Yagmur û Sînan Zîncîr kir. Daxwaza guhdarkirina Erkan Yanik û daxwaza îfadeyên Îrfan Dundar bixin nava dosyayê hatin redkirin. Daxwaza derxistina îfadeyên şahidê veşartî “haydar” hat redkirin.

Dadgehê biryara da ku 6 girtiyên nexweş bişîne Saziya Tiba Edlî. Ligel vê jî biryar hat dayîn ku bi hinceta piştî temaşekirina dîmenan li salonê parêzerên parastinê heqaret li dozger û dadgehê kirine, doz li parêzeran bê vekirin.

Parêzer Ender Yagmûr diyar kir ku, şahidê veşartî li Esenlerê belavkarê rojnameyê bû, bi şantaja hiqûqî ya polîsan teşhîs kirine û zext li ser kirine ku îfadeyê bidin. Parêzer wiha got; “Li rexmê ku got ez yek ji van muwekîlên te nas nakim jî, hinek girtiyên ku 13’ê Nîsana 2009’an de hatibûn girtin gotiye teşhîs kirine. Haydarê ku di çarçoveya agahiyên malbatî de tu îfadeyên hevnegirtî nedane, hemû agahiyên ku ji derbarê bersûcan de dayî bi hevnegirtiyan ve tine ne. Nasnameya Haydar derketiye holê. Îrfan Dundarê ku îfadeyên wî di dosyayê de heyî, pêwîste bînin beramberî me û îfadeyê bide.”

Di rûniştinê de parêzerek din Kadir Tûnç jî mafê axaftinê girt û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Di vê îdîanameyê de elemanekî mirovan tuneye. Qedexe serhildanên nû derdixînin, ev dadgeh jî dê serhildanên nû derxîne holê.” Tunç aşkera kir ku, heya niha dadgehê tenê daxwazek ya wan qebûl kiriye û wiha berdewam kir, “Tenê daxwaza xwendina îdîanameyê hate pejirandin lê belê li beramberî vê demê axaftina me hate kêmkirin.”

Parêzer Kadir Tûnç anî ziman ku, “Ger darizandina hatibe vê astê, weke parêzerek gotinekî bête gotin tuneye” Tunç bilêv kir ku, jib o xwedî li exlaqê pîşeya xwe derkeve cubeyê xwe dê derxîne û ji salona rûniştinê derbikeve. Prz Kadir Tunç destnîşan kir ku, ev yek helwestek min ya takekesiye û piştre cubeyê xwe derxist û salona rûniştinê terk kir.