Li Sîlîvîriya Stenbolê Kurdî qedexe ye!

Li Sîlîvîriya Stenbolê Kurdî qedexe ye!

Di rûnitşina danê nîvro ya rûniştina doza KCK’ê ya Stenolê de parastina siaysetmedarên Kurd dest pê kir. Lê dadgehê, di dema tesbîtkirina nasnameyan de ragiahnd ku ew ê tenê destûr bidin kesên bi Tirkî bersivê didin û bi tu awayî destûr nadin axaftina bi Kurdî.

Kemal Karagoz, Gonul Erdem, Menice Çelik, Îdil Aydınoglu, Selahattin Tekin, Buşra Ersanlı, Buşra Beste Onder, Derya Aslan, Derya Goregen, Erdogan Baysan, Pervin Tunbul, Şukru Zeren, Hakan Soytemiz, Mehmet Siddik Günek, Zulkuf Akay, Mustafa Îpek parastina xwe bi zimanê Tirkî kirin û îdîayên der barê xwe de derewandin.

'HER TIM DILSOZA AŞITIYÊ ME'

Prof. Dr. Buşra Ersanli diyar kir ku ew 36 sal in lêkolîneriyê dike, 23 salan di Beşa Zanîstên Siyasî ya Zanîngeha Marmarayê de mamostetî kiriye. Ersanli wiha axivî; “Ez li aliyê çepgir im. Ez her tim dilsoza aşitî û mafê mirova me. Min weke aktîvîsteke aşitiyê, di gelek komeleyan de xebat meşand. Ez piştgirî didim daxwaza ziman a Kurdan. Hemû têbiniyên ji malên min hatine derxistin, têbiniyên civînan in. Piraniya wan ên civînên akademîk in. Sedema ku ez bûm endama BDP’ê ew bû ku partiyek ber bi Tirkiyeyîbûnê ve diçe. Ez tu carî tundîyê weke rêbaz nabînim. Ez şerm dikim ku bêjim telhiyeya xwe dixwazim, ez dixwazim serbest bêm berdan.”

'PIŞTGIRÎ DIDIM PARASTINA ZIMANÊ ZIKMAKÎ'

Nivîskarê Kovara Red ê ku du sal in ji Doza Devrîmcî Karagahê (Biryargeha Şoreşger) tê lidarxistin, û piştre ew jî xistin nava doza KCK’ê Hakan Soytemîz û got; “Ez piştgirî didim mafê parastina bi zimanê zikmakî û daxwaza aşitiyê a gelê Kurd.”

Soytemîz got; “Ez bi nota ku tê gotin ji min re hatiye şandin, bi komploya girtîgehê ketim nava vê dosyayê” û wiha domand; “Bila şaş neyê fêmkirin, ji bo min serbilindî ye ku ez ligel gelê Kurd bêm darizandin, lê ez dixwazim bizanim çima min jî xistine nava vê dosyayê. Ji ber ku me di girtîgehê de ji Kurdek re got ‘Merheba’, em bên darizandin, dawiya vê yekê tune ye."

Pervîn Tombul piştî maf axaftinê girt, diyar kir ku ji ber ji bo parastina bi Kurdî destûr nayê dayên, ew ê xwe neparêze û got; “Ji ber ku em BDP’yî û Kurdin, em tên darizandin."

DAXWAZA WERGER DÎSA HAT REDKIRIN

Piştî bersucan, parêzer Firat Epozdemîr diyar kir ku dadgeh tenê destûrê dide parastina bi Tirkî û got ku ev yek 10’emîn madeya rêgeza wekhevniyê ya makeqanûnên bin pê dike. Epozdemîr got; “Dadgeh bi vî awayî bi aşkereyî cûdakarî dike. Miwekîlên me yên ku hûn wan bi cûdakariyê tawanbar dikin, xwe dispêrin Peymana Lozanê û daxwaza parastina mafê xwe yê zimanê zikmakî dikin. Hûn vê yekê jî qebûl nakin. Gelo li vir kî ye cûdakar? Em daxwaza werger dikin.”

Dadgehê ragihand ku ji ber ku wan der barê wergeriya Kurdî de biryara “redê” daye, ew nikarin biryareke din bidin.

Rûniştina dozê bi parastina parêzeran berdewam dike.