Li Saratovê Newroz hat pîrozkirin, AKP hat şermezarkirin

Kurd û dostên wan ên li bajarê Saratovê dijîn, Newroz pîroz kirin. Di çalakiyê de her wiha polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Kurdan hatin şermezarkirin.

Kurd û dostên wan ên li navçeya Krasnakute ya ser bi bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, ji bo pîrozkirina Newrozê li Mala Çanda Kurd li hev civiyan. Çalakiya ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Saratov ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê li peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hat temaşe û guhdarîkirin.

Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar li vir axivî û got, "Gelê Kurd li ber xwe dide û azad dibe. Li Rojhilata Navîn hin hêz hene naxwazin Kurd azad bibin. Bi destê van dixwazin Kurdan bitepisînin û ji têkoşîna azadiyê vegerînin. Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî azadiyê dijîn, êdî tehma azadiyê kirine. Ji bo destxistina azadiya xwe, ew ê heta dawiyê bi têbikoşin û azad bibin. Çawa ku Kobanê û Şengal ji komên terorê hatin azadkirin, îro jî bi heman ruhî û biryardariyê li herêmên cuda yên Kurdistanê têkoşîn tê meşandin. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê li dijî êrîşên AKP'ê yên li dijî mirovahiyê, gelê Kurd divê di nava yekîtiyê de li ber xwe bidin. Ciwanên Kurd ên bi ruhê azadiyê yên Newrozê mezin dibin, girîng e ji bo azadiya xwe her rojê bi coşa Newrozê pêşwazî dikin."

Li dû axaftina Cotkar, beşdarên ji gelên cuda yên tevlî pîrozbahiyê bûn, li ser wate û girîngiya rojê axivîn û cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kirin.

Pîrozbahiya Newrozê piştî axaftinan bi bernameya muzîkê dewam kir. Bengîn Efrîn, Ahmet Ahmedov, Tengîz Amran û gelek hunermendên herêmî derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

...