Li Samsûnê ji ber barana zêde lehî rabû. Di lehiyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hate zanîn ku, li navçeya Canîkê ya Samsûnê baran bariya û ji ber barana zêde lehî rabû. Ji ber barana zêde û lehiyê li nêzî tesîsa petrolê, jinek ku nasnameya wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. Li malên TOKÎ yên taxa Gaziosmanpaşa jî zarokê 1,5 salî Huseyin Yilmaz û birayê wî yê 5 salî Abdullah Yilmaz di nava lehiyê de man û jiyana xwe ji dest dan.