Ji ber sedema lehiyê avête ser avahiyen li navçeya Canîk ya Samsûnê ku li deriyê rûbar hatibûn çêkirin, hêjmara miriyan giha 12’an.
Di roja 4’mîn ya lehiyê de termê kesekî mirî li Rûbarê Yilanli hate derxistin. Hêjan nasnameya terim nehatiye tespîtkirin.
Heya niha hate tespîtikirin ku 5 jê zarok 11 kesan di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane. Hat hînbûn ku, gelek kes windane û lêgerîn jî hêjan didome.