Li Rotterdamê çalakiya ji bo Cizîrê

Komîteya Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gel a Rotterdamê, bi armanca piştgirîdayîna Cizîrê çalakiyek lidar xist.

Çalakî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Rotterdamê hat lidarxistin. Di şexsê şehîdên Cizîrê de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Derman Adlim peyivî. Adlim da xuyakirin, ku komkujiya li Cizîrê hat kirin, komkujiya Dêrsimê tînê bîra mirovan û destnîşan kir, divê Kurd hemû piştgiriyeke xurt bidin gelê li qadên xwerêveberiyê.

Rojnamevan Asya Tekîn jî rewşa li Cizîrê ji beşdaran re vegot. Piştre sînevîzyonek li ser Cizîrê hat nîşandan.

Di çalakiyê de ji bo malbatên Cizîrî yên xaniyên wan hatine şewitandin, banga tevlîbûna li kampanya malbata bira hat kirin.