Li bajarê Fransa Rennesê, ji bo Newrozê resepsiyonek hat organîzekirin.
ANF
RENNES
sêşem, 22 adarê 2016, 17:05
Li bajarê Fransa Rennesê, ji bo Newrozê resepsiyonek hat organîzekirin. Resepsiyon ji aliyê Komeleya Dostaniya Kurdan a Brotonyayê û Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin. Tevî Parlamentera Partiya Sosyalîst Marîe-Aenne Chapdelaîne, Alîkarên Şaredara Rennesê Jocelyne Boûgeard û Frederîc Boûrcîer, Berdevkê Komeleya Çanda Berberî ya Brotonya Toûfîk Khîar, Berdevkê Komeleya Dostaniya Arjantînî Renê Polacîos, Berdevkê Tevgera Azadiyê Roland Nîvet, Berdevkê Komeleya Gerdûnî ya Tûnisê, Berdevkê Partiya Komunîst, Berdevka Partiya Komunîst a Ciwan Anna Sohîer û Berdevka Meclîsa Rennesê Katja Krîter, nûnerên Yekîtiya Demokratîk a Brotonya, Komîteya Yekîtiya Fransa Fîlîstîn a Rennesê û gelek Kurd û Fransî tevlî resepsiyonê bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokên CDK-R Fehîm Kaplan û Turkan Karaaslan axivîn. Her wiha gelek mêvanên hatin vexwendin, tevî Şaredara Rennesê Nathalîe Apperee yên nikarîbûn tevlî resepsiyonê bibin peyam şandin û Newroz li gelê Kurd pîroz kirin.
Beşdarên resepsiyonê jî mafê axaftinê wergirtin, komkujiyên dewleta Tirk li gelê Kurd dike şermezar kirin û berxwedana gelê Kurd silav kirin.
Piştî axaftinan li sînevîzyona li ser Newrozê hat temaşekirin û govendên Kurd û Brotonyayê hatin gerandin. Her wiha ji mutbexa Kurdan xwarin li beşdaran hat belavkirin.