Li Qereqolê mirinek din ya bi gûman

Li Qereqolê mirinek din ya bi gûman

Kesê bi navê Alî Akin yê li Buyukçekmeceya Stenbolê hatibû binçavkirin, hate îdîakirin ku, bi çeka polîsan xwe întîhar kiriye. Bi mirina Akin re ji sala 2007’an ve hêjmara kesên li qereqolan mirî hatî dîtin gihan 26 kesan.

Alî Akinê 26 salî ku piştî bûyerekê ya li Buyukçekmeceya Stenbolê li gel bavê xwe hatibû binçavkirin û biribûn Navenda Polîsan ya Buyukçekmeceyê, hate îdîakir ku bi çeka polîsan xwe întîhar kiriye.

Li gorî agahiyên hatine girtin, beriya vê rojekê biraza û birayên Alî Akin yên ji Sîteya Alkent 2000 hatibûn serdana wan, piştî ku Alî Akin û bav Eşref Akin dîtin ji ber nîqaşek ya trafîkê di nava xwînê de hatin mal, çûn cihê bûyerê. Dema ku li vir Alî Akin dît ji ber nîqaşê dijun ji bavê wî Eşref Akin re gotin, bi çekda destê xwe Halûk A. birîndar kir. Piştî ku Akin birin Navenda Polîsan ya Buyukçekmeceyê, hate îdîakirin dema Akin diçû tawletê çeka polîsê pêre girtiye û xwe întîhar kiriye.

Li gel mirina Akin, piştî ku hikumeta AKP’ê di sala 2007’an de bi zagona “Biguhertina Qanûna Salahiyet û Wezîfeyê Polîsan” rayeya polîsan bilind kir, di qereqolan de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihan 26 kesan.