Li gundê Bukruska ya Qendîlê civîna gel hate lidarxistin. Mamoste Abdurahman Mîne Îbrahîm diyar kir ku dewleta trik bi tecrîda li ser Ocalan dixwaza îradeya gelê kurd bişkîne. Îbrahîm wiha got: “ êrîşên li ser gelê kurd bi dawî nebûne. Heta ku Ocalan muxatab neyê girtin divê PKK’ê çekan daneyne. Vê yekê tu kurd qebûl nake.
Civîna gel ya ku aliyê însiyatîfa gelê gund ku li Qendîlê pêk hat gelê gundên derdorê tevli bûn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. civîn ji aliyê Abdurahman Mîne Îbrahîm ve hate meşandin.
Îbrahîm balkişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev tecrîd navberê dike navbera gelê kurd û Ocalan. Dewleta tirk hewl dide gelê kurd teslim bigire.Gelê kurd dê xwedî li îradeya xwe ‘Ocalan’ derbike. Em ji bo azadiya Rêberê xwe amadene ku her cureyê bedelê bidin. Şert û mercên jiyana wî, qedexeya hevdînê me dike nava fikaran. Divê di demeke nêzî de dawî li vê tecrîdê bînin û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. “
Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser nîqaşên çek danînê ya PKK’ê û wiha got: “Dewlet û hin alî bangî PKK’ê dikin ku çekan deynin. Ger PKK çekê dayne, dê dewleta tirk ewlehiyeke çawa bide gelê kurd? Destê xwe yê aştiyê ku heta niha dirêj nekir dê çawa dirêj bike? Dewleta tirk ya ku ciwan û zarokê kurd qetil dike, siyasetmedaran davêje zindan dê çawa aştiyê pêk bîne. Bi bê bangê hewle dide PKK’ê îmha bike.Kesên li dijî hemû zextên dijmin bê deng dimînin, banga çekdanîna PKK’ê dikin. Ligel van zextan dê çawa çekê deynin. Heta ku ev polîtîkaya înkar û îmahayê hebe, îradeya gelê kurd muxatab neyê girtin, PKK çekê dê daneyne. Kurd vê yekê qebûl nake.”
Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di navbera Leyla Zana û Erdogan de hevdîtin pêk hat. Piştî hevditina wan ji aliyê Erdogan ve nasna, çand û azadiya kurdan hate redkirin. Yanî ev hevdîtin ne gorî berjwendeiyên kurdan bûn. Em bangli hemû kurdan dikin, ger ku hevdîtinek pêk were jî divê ligoî hemû berjwendiyên gelê kurd be. Ji bo zextên li ser kurdan rabe divê biçin Kongreyeke netewî. Ancax bi yekitî û hevgirtinê kurd bi hêz bibin.”
Civîn bi pirs û bersivan berdewam kir.