Koma ku xwest li Stenbolê bi boneya protestokirina terora polîsên Tirk a duh a li Amedê, bimeşin Taksîmê li rastî astengiya polîsan hatin. Koma nêzî 500 kesan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Bi boneye piştgiriya ji bo berxwedana gelê Kurd li Amedê, bi sedan kes li Qada Galatasaray a Stenbolê kom bûn. Girseya ku xwest ji vir bimeşe Taksîmê li rastî astengiya polîsan hat.
Hevdîtian Hevseroka BDP’ê ya bi polîsan re berdewam dike. Di meşê de bê navber dirûşimên” Bijî Berxwendana Amedê”, “ Ji Stenbolê bo Amedê hezar silav” û “Berxwedna Jiyan e” tên qêrîn.
EMEP, EHP, TKP û ESP jî piştgirî dan çalakiyê.