Li Parîsê, plana kampa ji konteyner a li Mereşê hat şermezarkirin
Nûnerên saziyên demokratîk-şoreşger ên Elewî yên li Parîsê, nerazîbûn nîşanî plana AKP'ê ya ji bo çêkirina kampa ji konteyneran a li Mereşê dan û gotin, "Em ê nehêlin careke din komkujî bê kirin."
ANF
PARÎS
sêşem, 5 avrêlê 2016, 11:50
Li paytexta Fransa Parîsê, têkildarî plana kampa ji konteyneran a AKP dixwaze ji bo birêxistinkirina çeteyan li navçeya Mereş Pazarcixê çêbike, civînek hat lidarxistin.
Di civîna li Mala Gel a Pazarcix Elbîstanê de nûnerên Dergaha Pîr Sûltan Abdal a Parîsê, FEDA, Navenda Civaka Demokratîk a Drancy, ACTÎT, Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê û kovara ODAK'ê amade bûn.
Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin, çêkirina vê kampê li gundê Terolarê rewşeke polîtîk e û bi vî rengî hewl tê dayîn pêşî li komkujiyeke duyemîn a Mereşê bê vekirin.
'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'
Nûnerên saziyan gotin, "Weke Mereşiyên li Ewropayê dijîn, weke Kurd û hêzên demokrat-şoreşger em ê destûrê nedin vê. Em ê serî li ber zaliman netewînin."
Di dawiya civînê de, ji bo meşa roja Yekşemê ya saet 12:00 li Gar de l'est banga tevlîbûnê hat kirin.