Ciwanên Kurd ên ku li paytexta Franse Parîsê bi boneya protestokirina tecrîdê çûn ser rayan û gerên trenê rawestandin, li rastî mudaxeleya polîsan hatin. Di bûyerê de 4 ciwan birîndar bûn, gelek hatin binçavkirin.
Ciwanên Kurd ên li Parîsê dijîn, bi boneya protestokirina yekemîn salvegera tedrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên xwe berdewam dikin. Komek ji ciwan li semtea Goussainville ya Parîsê duh xwepêşandanek li dar xistin û li hemberî Komeleya Dostaniya Tirk û Frensiya çalakiyek li dar xistin.
Piştre, ciwan çûn îstasyona trenê ya li semtê û çûn ser rayên trenê û gera trenan rawestandin. Ciwanên ku li ser rayan çalakiya rûniştinê pêk anîn, li rastî mudaxeleya polîsên Frensî hatin. Di encamê de 4 ciwan birîndar bûn û gelek jê hatin binçavkirin.
Ciwanên Kurd pêr jî, li ji semta Strabourg-Saint-Denis heta sema operasyoê meşandin û rê li trafîkê girtin. Ciwana xwestin tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.