Li Parîsê ciwanên Kurd bi meşê rê li trafîkê girtin

Li Parîsê ciwanên Kurd bi meşê rê li trafîkê girtin

Li ciwanên Kurd bi boneya protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li patexta Franse Parîsê meşek li dar xistin û rê li dar trafîkê girtin.

Li gorî agahiyan, şevê din di saetên êvarê de komek ciwanên Kurd, ji semta Strasbourg-Saint Denisê ya Parîsê heta semta Operarayê meşek li dar xistin. Ciwanan tecrîda li ser Ocalan protesto kirin û bi Kurdî û Frensî dirûşimên “Dawî li tecrîdê bînin” “ji Ocalan re azadî”, “Faşîst Erdogan”, “PKK gel e, gel li vir e” û “A niha azadî” qêriyan.

Nêzî 40 ciwanên beşdarî meşê bûn posterên Ocalan û alên KCK’ê hildan û li semta Bonne Nouvelleyê rê li trafîkê girtin. Ciwana li ser rêya di navbera semtên Operas û Bonne Nouvelleyê de çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiya rûniştinê de bê navber dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re hatin gotin.

Ciwana piştî çalakiyê daxuyaniyek dan û gotin; “Em ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ne. Em ê weke ciwanên Kurd ên li Franseyê bi çalakiyên xwe bersivê bidin êrîşên li ser gelê me û rêbertiya me.”