Li Parîs'ê civîna Sûriyeyê ya 'bê Kurd'

Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ya bi piştgiriya dewletên rojavayî û komîteya koordînasyonê ya wek muxalefeta hundir tê naskirin, li paytexta Fransa Parîsê hatin gel hev. Lê Kurd dawetî civînê nehatin kirin.

Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ya bi piştgiriya dewletên rojavayî û komîteya koordînasyonê ya wek muxalefeta hundir tê naskirin, li paytexta Fransa Parîsê hatin gel hev. Hat ragihandin ku di civînê de cara yekemîn e lihevkirinek çêbûye. Lê Kurd dawetî civînê nehatin kirin.

Koalîsyona Neteweyî ya Sûriye û Komîteya Koordînasyona Neteweyî ya ji bo Guhertina Demokratîk li Parîsê civiyan.

Li gor ajansa nûçeyan a Fransa AFP'ê di civîna 22-24’ê Sibatê de pêk hat, cara yekemîn e di navbera her du muxalefetan de li ser nexşerêyekê lihevkirin çêbûye.

Endamê Komîteya Koordînasyonê Xalef Dahûd ê ji AFP’ê re axivî got, “Em di navbera Koalîsyon û Koordînasyonê de digihêjin peymanekê.”

Li gor Komîteya Koordînasyonê ti hêzên navneteweyî tevlî civîna li Parîsê nebûne. Endamê rêveberiya komîteyê Xalef Dahûd got, "Ev bû yekemîn civîna Sûriyeyiyan a ti hêzeke biyanî beşdar nebû û pir baş derbas bû.”

PYD NEHAT DAWETKIRIN

Partiya herî mezin a Rojava ji bo civînê nehat dawetkirin, Nûnerê PYD’ê yê Fransa Xalid Îsa ku ji ANF’ê re axivî got ku nehat xwestin beşdarî civînê bibin.

Îsa diyar kir ku ji Rojava ti heyetek di civînê de cih negirtiye û roja Şemiyê dema bi muxalefetê re bên gel hevdu wê li gor wê helwesta xwe nîşan bidin.