Li Osmaniyeyê hêjmara binçavkiriyan giha 4’an

Li Osmaniyeyê hêjmara binçavkiriyan giha 4’an

Di serdegirtina malan ya li Osmaniyeyê hêjmara binçavkiriyan giha 4’an.

Polîsên TEM yên girêdayî Midûriyeta Polîsan ya Osmaniyeyê, di demjimêrên siharê de di ser mala Serokê BDP’a Bajarê Osmaniyeyê Maşalah Çetîn ya li taxa Mehmet Akîf Ersoy û gelek malan de girtin. Piştî serdegirtina Rêveberê Navenda BDP’a Navçeyê Celal Eker, Endamê Meclîsa HDK’ê ya Osmaniyeyê Necmetîn Ozkan, esnaf Şemsetîn Okten û hemwelatiyekî navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin. 4 kesên sedemê binçavkirina wan nehate zanîn, hate hînbûn ku li Şûbeya TEM ya Midûriyeta Polîsan ya Osmaniyeyê tên ragirtin.

Hate hînbûn ku, di derbarê Serokê BDP’a Osmaniyeyê Maşalah Çetîn de biryara binçavkirinê heye, lê belê ji ber ku Çetîn dervey bajar bû nehate binçavkirin.